YNK hazir nîne li bara posta serokkomariya Iraqê sazişê bike
Endama konseya rêberiyê ya YNK teqez kiriye ku ev konseya li dawîn civîna xwe teqez kiriye ku li bara bidestxistina posta serokkomariya Iraqê tu sazişekê nakin û Berhem Salih tenha berbijarê partiyê jibo vê postê ye.
Hesîba Ebdullah got dawîn civîan konseya rêveberiyê ya YNK bi amadebûna Berhem Salih endamê vê konseyê û serokkomarê niha yê Iraqê, di dewama civînên berê yên partiyê jibo hiljkolandina rewşa Iraqê û alûgirên vî welatî û damezrandina firaksiyona herî mezin a parlemana Iraqê bo damezrandina dewleta nû û her wiha bidestxistina posta serokkomariyê hatiye lidarxistin.
Endama YNK got ku ev konseya li civîan xwe ya vê dawiyê teqez kiriye ku Berhem Salih tenha berbijarê fermî yê partiyê jibo posta serokkomariyê ye û YNK hazir bi tu sazişekê li bara vê postê an guherrtina berbijarê xwe nîne ji ber ku vê postê wek pişka xwe dizane û kesekî bi ezmûn û hêja ji bo wê bijartiye.
Mehmûd Muhemed berdevkê fermî yê PDK jî li bara berbijarê posta serokkomariya Iraqê got ku heta niha tu amajeyek li bervijarê hevpar ê kurdan bo vê postê nekiriye û gotûbêjek navbera PDK û YNK li vê barê cih nehatiye.
Ji hêal din va Fazil Cabir Endamê pilebilind ê hevalbendiya Fathê û nunerê berê yê parlemana Iraqê teqez kir: Hizûra çarçoveya hewahengiyê û firaksiyoan Sedr wek komekê li yekim civîna parlemanê dibe sedem hitmala dengbidestxistina Hişyar Zêbarî bo posta serokkomariyê û her wiha sererastkirina pêvajoya siyasî ya welêt dijwartir bibe.
Fazil Cabir li vê barê got: Ger çarçoveya hevahengiyê û tevgera Sedrê li hev bikin ew dê dijî hevalbendiyên ku bi armanca danîna Hişyar Zêbarê ser posta serokkomariyê hewil didin, dê bertekê nîşan bidin .