YNK hazir nîne li bara posta serokkomariya Iraqê sazişê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331810-ynk_hazir_nîne_li_bara_posta_serokkomariya_iraqê_sazişê_bike
Endama konseya rêberiyê ya YNK teqez kiriye ku ev konseya li dawîn civîna xwe teqez kiriye ku li bara bidestxistina posta serokkomariya Iraqê tu sazişekê nakin û Berhem Salih tenha berbijarê partiyê jibo vê postê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 01, 2022 12:33 Asia/Tehran
  • YNK hazir nîne li bara posta serokkomariya Iraqê sazişê bike

Endama konseya rêberiyê ya YNK teqez kiriye ku ev konseya li dawîn civîna xwe teqez kiriye ku li bara bidestxistina posta serokkomariya Iraqê tu sazişekê nakin û Berhem Salih tenha berbijarê partiyê jibo vê postê ye.

 Hesîba Ebdullah got dawîn civîan konseya  rêveberiyê ya YNK bi amadebûna  Berhem Salih endamê vê konseyê û serokkomarê niha yê Iraqê, di dewama civînên  berê yên partiyê jibo hiljkolandina  rewşa Iraqê û alûgirên vî welatî û damezrandina  firaksiyona herî mezin a parlemana Iraqê bo damezrandina dewleta nû û her wiha bidestxistina  posta serokkomariyê hatiye lidarxistin. 

  Endama YNK got ku ev konseya  li civîan xwe ya vê dawiyê teqez kiriye ku Berhem Salih tenha berbijarê fermî yê partiyê jibo posta serokkomariyê ye û YNK hazir bi tu sazişekê li bara  vê postê an guherrtina  berbijarê xwe nîne ji ber ku  vê postê wek pişka xwe dizane û kesekî bi ezmûn û hêja ji bo wê bijartiye. 

  Mehmûd Muhemed berdevkê fermî yê PDK jî li bara  berbijarê posta serokkomariya Iraqê got ku heta niha tu amajeyek li bervijarê hevpar ê kurdan bo vê postê nekiriye û gotûbêjek navbera PDK û YNK li vê barê cih nehatiye. 

 Ji hêal din va Fazil Cabir Endamê pilebilind  ê hevalbendiya  Fathê û nunerê berê yê parlemana Iraqê teqez kir: Hizûra çarçoveya  hewahengiyê û firaksiyoan Sedr wek komekê li yekim civîna parlemanê dibe sedem hitmala dengbidestxistina Hişyar Zêbarî bo posta serokkomariyê û her wiha  sererastkirina  pêvajoya  siyasî ya welêt dijwartir bibe. 

 Fazil Cabir li vê barê got: Ger  çarçoveya  hevahengiyê û tevgera  Sedrê li hev bikin ew dê  dijî hevalbendiyên ku bi armanca danîna  Hişyar Zêbarê ser posta serokkomariyê hewil didin, dê  bertekê nîşan bidin .