Heşda Şebî êrîşa terorîstên DAIŞê li bakurê Bexdayê bê encam kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331758-heşda_Şebî_êrîşa_terorîstên_daiŞê_li_bakurê_bexdayê_bê_encam_kir
Hêzên rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê êrişa terorîstên DAIŞê bo ser devera "Tarimiye" li bakurê Bexdayê paytexta vî welatî pûç kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 29, 2022 18:56 Asia/Tehran
  • Heşda Şebî êrîşa terorîstên DAIŞê li bakurê Bexdayê bê encam kir

Hêzên rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê êrişa terorîstên DAIŞê bo ser devera "Tarimiye" li bakurê Bexdayê paytexta vî welatî pûç kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîm`ê, Heşda Şeibî şeva îniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên firqeya 12`ê ya vê rêxistinê, di bin sîwana hewayî ya balafirên artêşa Iraqê de, êrişa terorîstên DAIŞê li devera Tarimiyê pêç kirin û terorîst neçar kirin ku ji navçê birevin.

Topxanên "Heşda Şeibî" jî çeperên terorîstên DAIŞê li derdora devera Tarimiyê kirin armanc.

Tevî şikestina koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, hêj hejmarek ji endamên vê koma têrorîst li navçeyên curbicur ên vî welatî hene û bi awayekî berbelav kiryarên terorîstî dikin.