Li Daqûqa Kerkûkê teqîn: 3 serbazên Iraqî hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331632-li_daqûqa_kerkûkê_teqîn_3_serbazên_iraqî_hatin_kuştin
Di teqîna bombekê li Daqûqa Kerkûkê sê leşkeriyên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 24, 2022 12:17 Asia/Tehran
  • Li Daqûqa Kerkûkê teqîn: 3 serbazên Iraqî hatin kuştin

Di teqîna bombekê li Daqûqa Kerkûkê sê leşkeriyên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarokê Daqûq yê Kerkûkê di teqînekê de herî kêm 3 serbazên Iraqî hatin kuştin.

Qaymeqamê Daqûqê, Loys Fendî ji BasNewsê re got, îro danê nîvro li gundê Ebûşehab yê Daqûqê bombek bi hêzên artêşa Iraqê de teqiya.

Qaymeqamê Daqûqê da zanîn jî, di wê teqînê de 3 serbaz hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Hîn ti gurûpekê ev teqîn negirtiye ser xwe, lê piraniya kiryarên wiha terorîstî karê koma terorîst a DAIŞê ye.