Li bajarê Besreyê yê Iraqê 2 bombe teqiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331541-li_bajarê_besreyê_yê_iraqê_2_bombe_teqiyan
Çavkaniyên medyayî yên Iraqê îro ragihandin ku du teqînên tirsnak li başûrê parêzgeha Besrêyê rû dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 20, 2022 15:53 Asia/Tehran
  • Li bajarê Besreyê yê Iraqê 2 bombe teqiyan

Çavkaniyên medyayî yên Iraqê îro ragihandin ku du teqînên tirsnak li başûrê parêzgeha Besrêyê rû dan.

Li gorî rapora IRNA`yê, Şefeq News`ê ji zarê rayedarên ewlehiyê ragihand ku ev teqîn bi du teqemeniyên bidestçêkirî pêk hatine.

Yekem bombe li nêzîkî kompaniya Taiz a girêdayî berevaniya ji ewlehiyê li devera "Manawî Başa" teqiya.

Teqîna duyemîn jî li nêzî bankeke Îslamî ya li Kolana Esteghlalê rû da.

Heya niha ti kes û grûpekê berpirsatiya teqînan negirtiye ser xwe û derbarê zirar û ziyanên canî de jî ti agahî nehatine belavkirin.

Beriya 3 rojan du teqînên bi heman rengî li meydana El-Wathiq a li devera El-Kerade ya Bexdayê qewimîn.

 Ti grûp û ti kesekî hîn ev teqîn negirtine ser xwe.