Li Bexdayê li dijî bankên kurdî du teqîn pêk hat
Çavkaniyeke ewlekariyê yên Iraqê ragihand ku li dijî du bankên kurdî li Bexdayê du teqîn çêbûn.
Çavkaniyekê ji Alsumaria re daxuyand ku êvara borî dengên du teqînan hat bîhîstin, yek nêzî Mesreh El-Wetenî û ya din nêzî Qada El-Wesaiq bû.
Çavkaniyê eşkere kir ku piştre hate diyarkirin ku du mayîn nêzî du bankan hatin teqandin.
Di vê çarçêvê de çavkaniyên ewlekariyê,dir kirin ku du bankên Kurdî li Bexda ya paytexta Iraqê rastî teqîna bombeyan hatine.
Peyamnêrê Rûdawê jî li Bexdayê ragihand ku du teqînên îşev li Bexdayê du bankên Kurdî li Bexdayê kirine armanc.
Li gor zanyariyên Rûdawê, teqîna yekem li taxa Kerrade û Banka Cîhan kiriye armanc û teqîna duyem li Qada Wasiq li cadeya Selman Fayiq Banka Kurdistanê kiriye armanc.
Fermandarê Operasyonên Bexdayê Orgeneral Ehmed Selîm ragihand ku di êrîşên li herêma Kerrade ya Bexdayê de 2 kes birîndar bûne.