Balafirên şer ên Iraqê li bakurê Bexdayê êrişî çeperên DAIŞê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331368-balafirên_şer_ên_iraqê_li_bakurê_bexdayê_êrişî_çeperên_daiŞê_kirin
Navenda Ragihandina Ewlehiya Iraqê şeva Çarşemê ragihand ku balafirên şer ên Iraqê êrişî çeperên terorîstên DAIŞê li bakurê paytexta Iraqê Bexdayê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 13, 2022 09:04 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Iraqê li bakurê Bexdayê êrişî çeperên DAIŞê kirin

Navenda Ragihandina Ewlehiya Iraqê şeva Çarşemê ragihand ku balafirên şer ên Iraqê êrişî çeperên terorîstên DAIŞê li bakurê paytexta Iraqê Bexdayê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Navenda Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand ku Balafirên şer ên Iraqê veşargeh û çepereke girîng a terorîstên DAIŞê kirine armanc.

Agahiyên zêdetir ên operasyonê hîna nehatine eşkerekirin.

Tevî şikestina koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, hêj hejmarek ji endamên vê koma têrorîst li navçeyên curbicur ên vî welatî xwe veşartine û bi awayekî berbelav kiryarên terorîstî dikin.