Bexda - Nîv qirn e ku bi çerman çente, cizdan û qayîşan çêdike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331189-bexda_nîv_qirn_e_ku_bi_çerman_çente_cizdan_û_qayîşan_çêdike
Li Bexdaya paytextê Iraqê Ebdulnasir Ehmed 48 sal in çermvaniyê dike û nahêle pîşeyê wî were jibîrkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 05, 2022 14:16 Asia/Tehran
  • Bexda - Nîv qirn e ku bi çerman çente, cizdan û qayîşan çêdike

Li Bexdaya paytextê Iraqê Ebdulnasir Ehmed 48 sal in çermvaniyê dike û nahêle pîşeyê wî were jibîrkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Ebdulnasir Ehmed li taxeke kevin a Bexdayê 48 sal e pîşeyê bavê xwe didomîne. Ehmed diyar kir, ev pîşe ji kalikan derbasî bavê wî bûye û 48 sal e jî ew didomîne.

Ehmed daxuyand ku ew naxwaze bibe wêrisê dawîn ê vî pîşeyî û ji bo vê jî ew fêrî zarokên xwe dike.

Ehmed daxuyand, her çend teknolojî pêş ketibe û îtxalat zêde bûbe jî ew çêkirina çente, qayîş, cizdan û aksesuaran didomînin û wiha dewam kir:

"Pêşketina teknolojiyê û zêdebûna îtxalatê tesîreke neyînî li ser pîşeyê me kir. Digel vê me pîşeyê bav û kalan meşand. Em hunerê tevî vî pîşeyî dikin û bi sêwirandinên nû reng didinê."

Ehmed daxuyand ku ew li ber destê bavê xwe hînî vî pîşeyî bû û ji salên 70yî vir va ew çermvaniyê dike, lê piştî sal û wextan zêde kes bi pîşeyê wan ra eleqedar nabe û pîşe ji piştgiriya dewletê mehrûm maye.

Ehmed daxuyand, hosteyê vî karî zêde tunene û ji ber vê jî ew zarokên xwe perwerde dike.