Karwanê koalîsyona Amerîkî li başûrê Bexdayê kete ber êrişê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331170-karwanê_koalîsyona_amerîkî_li_başûrê_bexdayê_kete_ber_êrişê
Çavkaniyên Îraqî ragihandin ku bombeyek li ser riya karwanekê ku kelûpelên piştevaniya hevpeymaniya Amerîkî hilgirtibû li başûrê parêzgeha Bexdayê teqiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2022 18:54 Asia/Tehran
  • Karwanê koalîsyona Amerîkî li başûrê Bexdayê kete ber êrişê

Çavkaniyên Îraqî ragihandin ku bombeyek li ser riya karwanekê ku kelûpelên piştevaniya hevpeymaniya Amerîkî hilgirtibû li başûrê parêzgeha Bexdayê teqiya.

Li gorî rapora malpera Şefeq News`ê, roja çarşemiyê bombeyek li ser rêya karwanekî alavên piştevaniya hevpeymaniya Amerîkayê li başûrê parêzgeha Bexdayê teqiya, ku ti ziyanên canî çênebûn.

Hevdem vê teqîna bargeha hêzên amerîkî ya Eyn el-Esed; li par;zgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê bû armanca êrişa firokeyên bêpîlot ên întiharî.

Piştî biryara parlamenta Iraqê ya derbarê derkirina hêzên Amerîkayê ji wî welatî û paşxistina Bexdayê, karwanên piştevaniya hevpeymaniya Amerîkayê di hefteyê de çend caran û carna jî çend caran di rojê de dibin armanca bombeyên li kêleka rê.