Li çiyayê Hemrînê di operasyoneke hêzên Iraqê de 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331018-li_çiyayê_hemrînê_di_operasyoneke_hêzên_iraqê_de_4_çekdarên_daiŞê_hatin_kuştin
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand; di dema lêgerîna çekdarên DAIŞê de li bilindahiyên Hemrînê, çar terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 29, 2021 03:33 Asia/Tehran
  • Li çiyayê Hemrînê di operasyoneke hêzên Iraqê de 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand; di dema lêgerîna çekdarên DAIŞê de li bilindahiyên Hemrînê, çar terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatin kuştin.

 

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê; Fermandariya Diyala di lêgerîna çekdarên DAIŞê de berdewam e.

Hat diyarkirin ku hêzek ji Lîwaya 34 a Firqeya 9, li bilindahiyên Hemrînê di dema rûbirûbûna hejmarek çekdarên DAIŞê de, 4 çekdar hatin kuştin, lêgerîn û şopandina yên mayî jî didome.

Eva demek e çekdarên DAIŞê li çend deverên Iraqê êrîşî hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê dikin, li gor planekê çendîn operasyonên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de ji bo jinavbirina wan çekdaran têne encamdan.