Di êrîşeke DAIŞê de 3 polîs hatin kuştin, 4 polîs birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331007-di_êrîşeke_daiŞê_de_3_polîs_hatin_kuştin_4_polîs_birîndar_bûn
Çavkaniyekî ewlehiya Iraqê ragihand; li parêzgeha Selahedîn DAIŞê êrîşî fewceke polîsê hawarçûnê kir û ji ber êrîşê kuştî û birîndar hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2021 08:22 Asia/Tehran
  • Di êrîşeke DAIŞê de 3 polîs hatin kuştin, 4 polîs birîndar bûn

Çavkaniyekî ewlehiya Iraqê ragihand; li parêzgeha Selahedîn DAIŞê êrîşî fewceke polîsê hawarçûnê kir û ji ber êrîşê kuştî û birîndar hene.

Hat ragihandin ku li parêzgeha Selahedîn di encama êrîşa DAIŞê de 3 polîs hatin kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn.

Ligorî agahîyan, çekdarên DAIŞê li devera Bêcî ya li parêzgeha Selahedîn mûşekek arasteyî wesayîteke hêzên ewlehiyê ya Fewca Hawarçûnê ya Polîsê Selahedîn kir, di encamê de 3 polîs hatin kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn.

Duh li başûrê Qeretepe jî ji ber teqîna bombeyek bi hêzên artêşa Iraqê de, serbazek hat kuştin û 14 serbazên Iraqê birîndar bûn.