Bi rokêtan êrişî baregeha leşkerên Tirkîyê ya li Nêynewayê hat kirin
Şeva buhurî bi rokêtan êrişî binkeya leşekrên dagirker ên tirk li parêzgeha Nêynewa li bakura Iraqê hat kirin.
Kanala Sabêrîn Newsê ragihand ku bi 4 roikêtan êrişî binkeya Zêlkan a hêzên dagirker ên Tirkîyê li Başîqê ku ketîye rojhilata Mûsailê hat kirin.
Derbarê kuştî û birîndarên ihitmalî yên vê êrişê da hê tu raporek nehatîye belavkirin.
Binkeya Zêlikan a hêzên dagirker ên Tirkîyê li Başîqê eva cara çendan e ku dikeve ber êrişa bi rokêtan.
Dewleta Tirkîyê bi heceta êrişa ser PKK him çend binke li Herêma Kurdistanê û parêzgeha Nêynewayê danîne û him jî çendîn sal in sînorên bejayî û hewayî yên Iraqê derbas dike.
Nivîsgeha Serokomartîya Iraqê vê dawîyê tevî şermzarkirina êrişên zorbêjane yên Tirkîyê ser bakura Iraqê ragihand ku êrişên berdeam ên artêşa Tirkîyê ser axa Iraqê binpêkirina ciddî ya serwerîya Bexdayê û qanûnên navnetewî û berovajî peywendîyên cînaretîyê ne.