Duyemîn baregeha Iraqê ji leşkerên amerîkî hat vakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330855-duyemîn_baregeha_iraqê_ji_leşkerên_amerîkî_hat_vakirin
Fermandetiya operasiyona hevpar a Iraqê qala valakirina duyemîn baregeha leşkerî ya vî welatî ji leşkerên amerîkî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2021 12:09 Asia/Tehran
  • Duyemîn baregeha Iraqê ji leşkerên amerîkî hat vakirin

Fermandetiya operasiyona hevpar a Iraqê qala valakirina duyemîn baregeha leşkerî ya vî welatî ji leşkerên amerîkî kir.

Tehsîn Xefacî, Berdevkê Fermandetiya operasiyona hevpar a Iraqê ragihand ku baregeha Herîra Hewlêrê ji hêzên leşkerî yên ser bi Hevpeymaniya amerîkî hat valakirin.

Xefacî her wiha got: Derketina hêzên leşkerî yên hevpeymaniya navneteweyî ji Iraqê bê pirsgirêk pêk hat û yên mayî hejmareke şêwirmend in.

Li gorî gotina Xefacî, ev şêwirmend dê li du baregehên Eyn El-Esed û Herîrê bimînin û hêzên iraqî jî radestkirina kampên Hevpeymaniya amerîkî ji destpêka îsal va dest pê kiriye.

Şeva borî jî hêzên amerîkî baregeha asimanî ya Eyn El-Esedê li parêzgeha Enbarê ya rojavaya Iraqê radestî hêzên artêşa vî welatî kir.

Roja 26ê Tîrmeha borî Bexda û Waşîngtonê derbarê derketina leşkerên amerîkî ji Irqê heta dawiya 2021ê li hev kir.