Tevgera El-Nucebayê ya Iraqê: Amerîka dagirker e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330567-tevgera_el_nucebayê_ya_iraqê_amerîka_dagirker_e
Alîkarê sekreterê giştî yê Tevgera El-Nucebayê ya Iraqê destnîşan kir ku tu baweriyek bi soza paşvekişiyana Ameîrkayê nîne û berxwedan heta bidawîhatina dagirkeriyê didome.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 10, 2021 06:40 Asia/Tehran
  • Tevgera El-Nucebayê ya Iraqê: Amerîka dagirker e

Alîkarê sekreterê giştî yê Tevgera El-Nucebayê ya Iraqê destnîşan kir ku tu baweriyek bi soza paşvekişiyana Ameîrkayê nîne û berxwedan heta bidawîhatina dagirkeriyê didome.

Li gorî rapora fars Newsê, Nesr El-Şemerî, Alîkarê sekreterê giştî yê Tevgera El-Nucebayê ya Iraqê roja pêncşemiyê got: Eger hêzên amerîkî heta dawiya sala 2020î paşve nekişin, em nikarin bi navekî ji bilî dagirker bi nav bikin.

El-Şemerî destnîşan kir: Me piştgiriya xwe ji komên ku li hemberî Ameîrkaya dagirker li ber xwe dan, radigihînin.

Alîkarê sekreterê giştî yê Tevgera El-Nucebayê ya Iraqê êrîşa li ser leşkerên dagirker ên amerîkî li Iraqê şanaziyeke mezin da zanîn û got: Em destê komên ku êrîşî ser Amerîkarê dikin, dişidînin.

Alîkarê sekreterê giştî yê Tevgera El-Nucebayê ya Iraqê got: Demajoya derketina leşkerên dagirker bi dawî bûye û divê bi tamî cih were.