Di teqîna li başûrê Iraqê de 4 kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330518-di_teqîna_li_başûrê_iraqê_de_4_kes_hatin_kuştin
Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê duh di encama teqînekê de li parêzgeha Besrayê 4 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 08, 2021 06:44 Asia/Tehran
  • Di teqîna li başûrê Iraqê de 4 kes hatin kuştin

Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê duh di encama teqînekê de li parêzgeha Besrayê 4 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê di daxuyaniya xwe de got: “Li gorî agahiyên destpêkê, li çerxerêya El-Simûd li parêzgeha Besrayê motorsîkletek hatiye teqandin. Li gorî daneyên pêşîn ên Gerînendetiya Tenduristiyê ya Besrayê di encama şewitandina 2 erebeyan de ku li nêzî motorsîkletê bûn, 4 welatî şehîd bûn û 4 welatî jî birîndar bûn.”

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê Wa, hate gotin pirspor û tîmên taybet mijûlî lêkolînên e da ku sedema teqînê nas bikin.

Şaneyê her wiha diyar kir: “Piştî bidawîkirina lêpirsînan dê agahiyên berfirehtir têkildarî teqînê werin parvekirin.”