Artêşa Iraqê gotegota dirêjkirina heyama mayîna hêzên amerîkî derew zanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330164-artêşa_iraqê_gotegota_dirêjkirina_heyama_mayîna_hêzên_amerîkî_derew_zanî
Berdevkê Fermandetiya operasiyona hevpar a Iraqê ragihand: Heyama mayîna hêzên amerîkî li Iraqê nehatiye dirêjkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 20, 2021 13:17 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê gotegota dirêjkirina heyama mayîna hêzên amerîkî derew zanî

Berdevkê Fermandetiya operasiyona hevpar a Iraqê ragihand: Heyama mayîna hêzên amerîkî li Iraqê nehatiye dirêjkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Wayê, Sertîp Tehîsn Xefacî, Berdevkê Fermandetiya operasiyona hevpar a Iraqê roja înê got: Axaftina derbarê dirêjkirina heyama derketina hêzên amerîkî şaş û nedeqîq e. Roja derketina hêzên leşkerî 31ê kanûna (desember) 2021ê ye û tu guhertinek tê da pêk nehatiye.

Xefacî her wiha got: Peywendiya du aliyan piştî derketina hêzên leşkerî, dê têkiliyeke şêwirmendiyê di warên fêrkarî, çekdarî, istixbaratî û ewlehiyê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê be.