Li bakurê Bexdayê 3 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329933-li_bakurê_bexdayê_3_terorîstên_daiŞê_hatin_kuştin
Çavkaniyên iraqî ragihandin ku hêzên Heşdî Şebî li derdora paytexta Iraqê Bexdayê bi terorîstên DAIŞê re ketine şer û pevçûnê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 09, 2021 20:36 Asia/Tehran
  • Li bakurê Bexdayê 3 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Çavkaniyên iraqî ragihandin ku hêzên Heşdî Şebî li derdora paytexta Iraqê Bexdayê bi terorîstên DAIŞê re ketine şer û pevçûnê.

Rayedarekî ewlekarî îro Sêşemê ragihand ku di encama şer û pevçûnên navbera Heşda Şeibî û endamên rêxistina terorîst a DAIŞê li devera El-Taremiye li bakurê Bexdayê de 3 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Di vê derbarê de rayedarê ewlekariyê eşkere kir ku lîwayên El-Taremiye El-Hişd El-Şebî 2 terorîstên DAIŞê li baxçeyên El-Buhammed Şehab li navçeya El-Taremiye li bakurê Bexdayê kuştine.

Herwiha hêzên Heşdî Şeibî karî xwekujekî DAIŞê berî ku xwe biteqîne û xwe nêzîkî hêzên çekdar ên Iraqê bike, bikujin.