Konseya Ewlekariya Navdewletî hewla kuştina Mistefa Kazimî şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329906-konseya_ewlekariya_navdewletî_hewla_kuştina_mistefa_kazimî_şermezar_kir
Konseya Ewlekariya Navdewletî duh duşemê hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 09, 2021 06:19 Asia/Tehran
  • Konseya Ewlekariya Navdewletî hewla kuştina Mistefa Kazimî şermezar kir

Konseya Ewlekariya Navdewletî duh duşemê hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şermezar kir.

Di daxuyaniyeke rojnamevanî de 15 endamên Konseya Ewlekariya Navdewletî ragihand; bi awayê herî tund, êrîşkirina ser mala Mistefa Kazimî şermezar dikin.

Herwiha hat diyarkirin ku divê lêpirsîn li ser rêkxer û piştevan û çavdêrên vê kiryara terorîstî were kirin û kesên ev kar kirine, werin dadgehîkirin.

Roja yekşemê 7ê Mijdara 2021ê bi rêya firokeyeke bêfirokevan, êrîşî ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin.

Êrîş û hewla kuştina Mistefa Kazimî li ser asta navxwe û navdewletî karvendanên mezin li pey xwe anî û hat şermezarkirin.