Li Bexda şer û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de pêkhat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329839-li_bexda_şer_û_pevçûn_di_navbera_xwepêşander_û_hêzên_ewlehiyê_de_pêkhat
Li Bexdayê, paytexta Iraqê şer û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê yên vî welatî de pêkhat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 05, 2021 14:56 Asia/Tehran
  • Li Bexda şer û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de pêkhat

Li Bexdayê, paytexta Iraqê şer û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê yên vî welatî de pêkhat.

Piştî ragehnadina encamên dawî yên helbijartina pêşwext ên Parlamenta Iraqê yên roja 10.10.2021ê birêve çûn, beşek ji wan grub û piştgirên wan ên nerazî derheq encama helbijartinê, nêzîkê navçeya Kesk a Bexdayê dest bi xwepêşandanê kirin û daxwaza hilweşandina encamên helbijartinê kirin.

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê îro 05.11.2021ê xwepêşander û hêzên ewlehiyê nêzîkî deriyê navçeya Kesk li aliyê wezareta plandanan bihevçûn.

Ji ber şer û pevçûnê di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê hejmarek xwepêşander û karmendên ewlehiyê birîndar bûn.

Beşek ji çavkaniyên çapemeniyê behs dikin ku yek ji xwepêşanderan bi gulla hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin.