Serokê nû yê saziya asayîşa niştimanî ya Iraqê hat destnîşankirin
Tesrîn 01, 2021 20:16 Asia/Tehran
Jêderekî ewlekarî yê Îraqê eşkere kir ku Mistefa Kazimî, serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Îraqê serokê nû yê saziya asayîşa niştimanî ya Iraqê destnîşan kiriye.
Li gorî rapora roja duşemê ya El-Sumaria News`ê, El-Kazimî bi fermî Hemîd El-Şetrî wek serokê saziya asayîşa niştimanî ya Iraqê destnîşan kir û li şûna Ebdulxenî Esedî cih girt.
El-Şetrî ji Çileya 2021ê ve Rêveberê Giştî yê Îstixbarat û Dijî Terorê li Wezareta Navxwe ya Iraqê ye.
El-Şetrî herwiha alîkarê serokê saziya asayîşa niştimanî ya Iraqê jî bûye.
Serepeyv