​​​​​​​Li bakurê Iraqê 13 terorîstên DAIŞ`ê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329768-li_bakurê_iraqê_13_terorîstên_daiŞ_ê_hatin_girtin
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku li parêzgeha Neynewayê ya bakurê welêt, 13 terorîstên DAIŞ`ê hatine girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 01, 2021 18:09 Asia/Tehran
  •  ​​​​​​​Li bakurê Iraqê 13 terorîstên DAIŞ`ê hatin girtin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku li parêzgeha Neynewayê ya bakurê welêt, 13 terorîstên DAIŞ`ê hatine girtin.

Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê, operasyonên wekaleta îstixbaratê û lêpirsînên fedral yên Wezareta Karên Hundirîn ya Iraqê yên li dijî terorîstên DAIŞ`ê dewam dikin. Piştî şopandinê û agahiyan, li parêzgeha Neynewa 13 terorîstên DAIŞ`ê hatin girtin.

Ajansa “WAI” li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlehiyê , destnîşan kir ku kesên hatine girtin li xwe mikur hatin ku ew endamên koma terorîst a DAIŞ`ê ne.