El-Kazimî: Bila rê li ber ketina xerabkaran nav neraziyan were girtin
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Bila tevî parastina ewlehiya neraziyan, rê li ber ketina kesên xerabkar nav wan were girtin.
Li gorî rapora roja Înê ya NINA Newsê, Mistefa El-Kazimî serokwezîr û Fermandarê giştî yê Hêzên çekdar ên Iraqê bi amadebûna li navenda Fermandetiya operasiyona hevpar a Iraqê tevî wergirtina agahiyan ji çalakiyên hêzên ewlehiyê yên Iraqê got: Iraq hema wisa li ber gefine mezin e ku ji sala 2003an va bi cih mane û bandorên wê hene; Ji ber vê yekê divê xebatên ji bo ewlehiyê zêdetir bibin.
El-Kazimî li ser pêwîstiya zêdekirina kiryarên naskirin û xweparastin ji agahiyên xapînok tekez kir û got: Terorîstên DAIŞê hewil didin da ku her valahiyeke ewlehiyê an rewşa civakî bi kar bînin û di vê navberê da saziyên ewlehiyê tam amade bin.