Ketayîba Hizbullaha Iraqê: Amerîka cihênera senaryoya dûrkirina komên Berxwedanê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329514-ketayîba_hizbullaha_iraqê_amerîka_cihênera_senaryoya_dûrkirina_komên_berxwedanê_ye
Berdevkê Ketayîba Hizbullaha Iraqê Amerîka li paş perdeya senaryoyekê da zanîn ku armanca wê dûrkirina komên berxwedanê ji qada siyasî ya Iraqê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 19, 2021 15:10 Asia/Tehran
  • Ketayîba Hizbullaha Iraqê: Amerîka cihênera senaryoya dûrkirina komên Berxwedanê ye

Berdevkê Ketayîba Hizbullaha Iraqê Amerîka li paş perdeya senaryoyekê da zanîn ku armanca wê dûrkirina komên berxwedanê ji qada siyasî ya Iraqê ye.

Li gorî rapora kanala El-Meyadînê, Muhemed Muhî, Berdevkê Ketayîba Hizbullaha Iraqê roja Sêşemiyê got: Aliyên ku di hilbijartina parlimanî da tûşî ziyanê bûne, nabe ku razî bi vê astê bibin û divê daxwaza guhertina komîsaryayê û dadxwaziya ji dewletê bikin.

Berdevkê Ketayîba Hizbullaha Iraqê got: Li gorî tiştê ku qewimiye û diqewime, em Amerîkayê sebebkara sereke ya cihanîna vê komployê dizanin.

Wî got: Hin ziyandîtî ji komên sune û kurd jî hene ku daxwaza vegeriyana heq li heqdar in.

 

Neraziyên li dijî encamên Hilbijartina parlimanî ya Iraqê îro jî di sêyemîn roja lipeyhev da derketin nav kolanên Bexdayê û bajarên cûr bi cûr û wan bi bilindkirina dirûşmeyên dijî Amerîkayê daxwaza vehejmartina destî ya dengan kir.