Pêgeheke DAIŞê li Xaneqîn hat bombebarankirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329325-pêgeheke_daiŞê_li_xaneqîn_hat_bombebarankirin
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, balafirên şer ên Iraqê êrîşî bêgeheke çekdarên DAIŞê li başûrê Xaneqînê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2021 05:45 Asia/Tehran
  • Pêgeheke DAIŞê li Xaneqîn hat bombebarankirin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, balafirên şer ên Iraqê êrîşî bêgeheke çekdarên DAIŞê li başûrê Xaneqînê kir.

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand, Di bin çavdêriya Fermandariya Operasyonên Hevbeş de, firokeyên şer ên F-16 yên Iraqê êrîşek asmanî li başûrê Xaneqînê pêk anîn ku hejmarek ji terorîstên DAIŞê xwe tê de veşartibûn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev êrîş bû sedema wêrankirina wê pêgeha DAIŞê û terorîstên tê de bûn hatin kuştin.