Li Kerkûkê 3 mûşekên Katuyşa hatin dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329101-li_kerkûkê_3_mûşekên_katuyşa_hatin_dîtin
Polîsa Federal a Iraqê li parêzgeha Kerkûkê dest danî ser 3 mûşekên ji cureya Katyuşa û hejmareke din a çek û teqemeniyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 27, 2021 20:06 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê 3 mûşekên Katuyşa hatin dîtin

Polîsa Federal a Iraqê li parêzgeha Kerkûkê dest danî ser 3 mûşekên ji cureya Katyuşa û hejmareke din a çek û teqemeniyan.

Polîsa Federal a Iraqê ragihand, li gundê Ebdulmutelib ê ser bi qezaya Hewîce ve, 3 mûşekên ji cureya Katyuşa (107 mm), 7 guleyên Hawenê hatin dîtin ku çekdarên DAIŞê bi niyaz bûn bi wan êrîşî ser polîs û artêşa Iraqê bikin.

Polîsa Federal a Iraqê herwiha ragihand, polîs bi ser 3 pêgehên çekdarên DAIŞê de girtin û di encamê de dest danî ser hejmarek ji çekên sivik û giran.

Herwiha hat ragihandin ku artêşa Iraqê û Polîsa Federalî dest bi kampînekê li dijî çekdarên DAIŞê li Kerkûkê û derdora wê kirine.