Civîna mezin a bi mîlyonan ziyaretkir li Kerbelaya Muela ya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329091-civîna_mezin_a_bi_mîlyonan_ziyaretkir_li_kerbelaya_muela_ya_iraqê
Çavkaniyên nûçeyan ên iraqî ji beşdariya mezin a ziyarekiran li merasima Erbeîn Huseynî li Kerbelaya Muelayê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 27, 2021 10:51 Asia/Tehran
  • Civîna mezin a bi mîlyonan ziyaretkir li Kerbelaya Muela ya Iraqê

Çavkaniyên nûçeyan ên iraqî ji beşdariya mezin a ziyarekiran li merasima Erbeîn Huseynî li Kerbelaya Muelayê agahî dan.

Ajansa nûçeyan a "Wae" a Iraqê îro Duşemê ragihand, "Efzel el-Şamî," cîgirê serokê Astana Quds a Huseynî got: Ziyaretkir û evîndarên salar û pêşewayê azadên cîhanê hîn jî ji parêzgehên curbicur ên Iraqê ji bo lidarxistina merasima çilemîn roja şehadeta Îmam Huseyn (S) ber bi bajarê pîroz ê Kerbelayê bi rê ketine.

El-Şamî, destnîşan kir ku bajarê Kerbelayê ji bo pêşwazîkirina zêdetir a ziyaretkir û karwanên Erbeînê amade ye; herwiha got: "Rewşa xizmetguzarî û ewlehiyê berdewam e, her wiha rewşa ewlekariyê li hemû deverên derdora bajêr aram e."

Cîgirê serokê Astana Quds a Huseynî diyar kir: Plana tranzît û veghestinê di navbera saziyên beşdar de yên wekî Wezareta Veguhestinê, berpirsên herema mubarek û saziyên piştgiriyê yên din ve hatiye dabeşkirin û Astan Huseynî berpirsiyariya veguhastina ziyaretkiran li rêka Kerbela-Babilê girtiye sikura xwe, vêca di warê veguhastina ziyaretkiiran de tu pirsgirêk tune. 

Îro (Duşem) 20 Sefera 1443 Hicrî (27ê Îlona 2021), Erbeîn şehadeta Îmam Husên (S), Îmamê sêyemîn ê Şîeyên cîhanê û hevalên wî hezretî yên emekdar li çola Kerbelayê ye û ziyaretkir di vê rojê de beşdarî merasîma Erbeîn Huseynî (S). li Bajarê Kerbela li başûrê Iraqê dibin.