Berhem Salih û Joe Biden rewşa navçe û cîhanê gotûbêj kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i328978-berhem_salih_û_joe_biden_rewşa_navçe_û_cîhanê_gotûbêj_kir
Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Amerîkayê Joe Biden li New Yorkê civiyan û wan peywendiyên du alî, diyaloga stratîjî û rewşa navçe û cîhanê gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 22, 2021 06:32 Asia/Tehran
  •  Berhem Salih û Joe Biden rewşa navçe û cîhanê gotûbêj kir

Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Amerîkayê Joe Biden li New Yorkê civiyan û wan peywendiyên du alî, diyaloga stratîjî û rewşa navçe û cîhanê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Rûdaawê, Li gorî daxuyaniyeke Serokomariya Iraqê, di çarçoveya civînên Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî  li New Yorkê , Serokomarê Iraqê Berhem Salih li gel Serokê Amerîka Joe Biden civya û dawî guhertin û pêşhateyên navçe û cîhanê hate gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin her du aliyan herwiha danûstandin derbarê peywendiyên dualî yên di navbera Iraq û Amerîkayê, rêkarên bihêzkirina peywendiyan di warên cuda de di çarçoveya diyaloga stratejîk li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û piştevanîkirin li rêkxistina hilbijartinên Iraqê bi awayekî dadperwerane nirxandine.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin ku Salih û Bideb tekezî li giringiya şerê terorê li hemû navçeyê kirin.