Li Kerkûkê 6 terorîstên DAIŞ'ê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i328830-li_kerkûkê_6_terorîstên_daiŞ'ê_hatin_kuştin
Şaneya Ragihandinê ya hêzên ewlekariya Iraqê, duh ragihand ku di encama êrişên hewayî li Kerkûkê de 6 terorîstên DAIŞ'ê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 14, 2021 04:23 Asia/Tehran
  •  Li Kerkûkê 6 terorîstên DAIŞ'ê hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê ya hêzên ewlekariya Iraqê, duh ragihand ku di encama êrişên hewayî li Kerkûkê de 6 terorîstên DAIŞ'ê hatine kuştin.

 Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) ragihand ku di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya hêzên ewlekariyê de hat zanîn ku hêzên ewlekariyê liv û tevgera çeteyên DAIŞ'ê şopandine.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin, piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser nuqteyeke lîwayê 20`an a girêdayî polîsên Iraqê li Kerkûkê, hêzên wan bi balafirên keşfê herêm şopandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin balafirên keşfê cihê çeteyên DAIŞ`ê bombebaran kir û di encamê de, 6 terorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin.