Artêşa Iraqê li Kerkûkê çend xalên serbazî vala kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i328672-artêşa_iraqê_li_kerkûkê_çend_xalên_serbazî_vala_kirin
Li Kerkûkê çend xalên serbazî hatin valakirin û ji ber vê yekê tirs ketiye dilê welatiyan, ku DAIŞ êrîşî gundên wan bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 04, 2021 20:11 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê li Kerkûkê çend xalên serbazî vala kirin

Li Kerkûkê çend xalên serbazî hatin valakirin û ji ber vê yekê tirs ketiye dilê welatiyan, ku DAIŞ êrîşî gundên wan bike.

Firqeya Çardeh a ser bi operasyonên Neynewa ku çend xalên serbazî li gundê Şehelê Kevn û Sêbîran ên li sînorê bajarokê Sergeran danîbûn, vekişiyan û tirs li nav welatiyan belav bûye û ji ber vê yekê çendîn malbatên Kurd ji gund derdikevin.

Nûnerê cotkarên Sergeran Mihemed Îsmaîl ji K24ê re diyar kir; vekişîna wan hêzan ji nişka ve bûye û sedema vê jî ne diyar e. Wî herwiha destnîşan kir; tiştê qewimî pêşhateke xirab e û spartina xelkê bi DAIŞê ye, ku bi awayekî berdewam li wê deverê gefê dixwin.

Mihemed Îsmaîl ji parlamenter û nûnerên Kurdan daxwaz kir ku çareseriyek ji vê rewşê re bibînin û bigihîjin hawara xelkê, çimkî niha xelkê gund bi neçarî koç dikin û gundê xwe vala dikin.

Beriya du şevan, DAIŞê êrîş kiribû ser gundê Şehelê Kevn û welatiyek revandibûn û heft welatî jî birîndar kiribûn.