Fuad Husên: Rewşa Iraqê ji ya Efxanistanê cuda ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i328518-fuad_husên_rewşa_iraqê_ji_ya_efxanistanê_cuda_ye
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir: “Ti tevgereke weke Talîbanê li Iraqê tune ye û hejmara serbazên hêzên Amerîkayê jî li Iraqê kêm e.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 27, 2021 04:50 Asia/Tehran
  •  Fuad Husên: Rewşa Iraqê ji ya Efxanistanê cuda ye

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir: “Ti tevgereke weke Talîbanê li Iraqê tune ye û hejmara serbazên hêzên Amerîkayê jî li Iraqê kêm e.”

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir; rewşa Iraqê ji ya Efxanistanê cuda ye û got: “Ti tevgereke weke Talîbanê li Iraqê tune ye û hejmara serbazên hêzên Amerîkayê jî li Iraqê kêm e.”

Fuad Husên ji kanala Rûsya El Yewm re ragihand: “Berawirdkirina navbera hejmara serbazên Amerîkayê li Iraqê û Efxanistanê gelek şaşî tê de hene, yek ji wan; hêzên Amerîkayê li Iraqê ji

wan hêzên li Efxanistanê kêmtir e û nabe hikûmeta Iraqê jî ligel hikûmeta Efxanistanê were berawirdkirin, heta nabe hêzên Iraq û Efxanistanê jî berawird bikin.”