Li nêzîkî gola Hemrîn a Xaneqînê terorîstekî mezin yê DAIŞê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327980-li_nêzîkî_gola_hemrîn_a_xaneqînê_terorîstekî_mezin_yê_daiŞê_hat_kuştin
Li nahiya Seidiye ya Xaneqînê terorîstekî mezin yê DAIŞê hat kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 31, 2021 20:04 Asia/Tehran
  • Li nêzîkî gola Hemrîn a Xaneqînê terorîstekî mezin yê DAIŞê hat kuştin

Li nahiya Seidiye ya Xaneqînê terorîstekî mezin yê DAIŞê hat kuştin.

Berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed ji BasNewsê re got, îro danê sibê li nêzîkî gola Hemrîn li nêzîkî nahiya Seidiye ya Xaneqînê terorîstekî mezin yê DAIŞê hat kuştin.

Wî efserê polîs da zanîn, navê wî terorîstê DAIŞê Ebû Seid Emîn bû ku ji aliyê hêzên dijîterora Iraqê ve hat kuştin.

Bi gotina wî efserî, ew terorîstê han pilana piraniya êrişên terorîstî yên deverên Seidiye û Gulale danîbû.