Wezareta Derve ya Iraqê: Hêzên Amerîkî dê heta dawiya îsal ji Iraqê derkevin
Tîrmeh 29, 2021 18:27 Asia/Tehran
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, hêzên Amerîka dê heta dawiya îsal ji Iraqê derkevin.
Berdevkê wezareta derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf ji kanala K24 re gotiye, di dora çaremîn ya danûstandinên stratejîk di navbera Amerîka û Iraqê de em gihîştin wê encamê ku hêzên şer yên Amerîka heta roja 31 Kanûna îsal ji Iraqê derkevin.
Ehmed Sehaf her wiha daye zanîn, lê hinek hêzên din yên Amerîka dê wek rahêner û şîretkarên serbazî bimînin.