Helîkoptereke artêşa Iraqê ketiye xwarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327919-helîkoptereke_artêşa_iraqê_ketiye_xwarê
Derengê şevê li nêzîkî gundê çerdaxlî li başûrê bajarokê Xurmatûyê helîkoptereke artêşa Iraqê ketiye xwarê û 2 efserên di nava helîkopterê canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 29, 2021 06:23 Asia/Tehran
  • Helîkoptereke artêşa Iraqê ketiye xwarê

Derengê şevê li nêzîkî gundê çerdaxlî li başûrê bajarokê Xurmatûyê helîkoptereke artêşa Iraqê ketiye xwarê û 2 efserên di nava helîkopterê canê xwe ji dest dan.

Malpera Kurdistan24ê ji ser zarê berpirsekî Heşdî Şabî li Kerkûkê ragihandiye, helîkoptereke serbazî dema ji ser herêmê difire dikeve xwarê û heta niha sedema ketina wê nayê zanîn.

Herwiha heman berpirsê Heşdî Şabî ragihandiye: ‘’Piştî rûdanê hêzên me gihiştine cihê bûyerê û lêkolîn derbarê rûdanê de kirine. Tîma helîkopterê ji 5 kesan pêk hatiye û  2 fermandarên pileyan wan eqîd û raîd ê di helîkopterê dane koça dawî kirine. "

Başûrê Xurmatû herêmeke ku DAIŞ hertim ji wê herêmê êrîşî hêzên Iraqî û xelkê sivîl dike. Heta aniha nayê zanîn bê ka helîkoptera Iraqê ji aliyê DAIŞê ve hatiye xistin an na.