Helîkoptereke artêşa Iraqê ketiye xwarê
Derengê şevê li nêzîkî gundê çerdaxlî li başûrê bajarokê Xurmatûyê helîkoptereke artêşa Iraqê ketiye xwarê û 2 efserên di nava helîkopterê canê xwe ji dest dan.
Malpera Kurdistan24ê ji ser zarê berpirsekî Heşdî Şabî li Kerkûkê ragihandiye, helîkoptereke serbazî dema ji ser herêmê difire dikeve xwarê û heta niha sedema ketina wê nayê zanîn.
Herwiha heman berpirsê Heşdî Şabî ragihandiye: ‘’Piştî rûdanê hêzên me gihiştine cihê bûyerê û lêkolîn derbarê rûdanê de kirine. Tîma helîkopterê ji 5 kesan pêk hatiye û 2 fermandarên pileyan wan eqîd û raîd ê di helîkopterê dane koça dawî kirine. "
Başûrê Xurmatû herêmeke ku DAIŞ hertim ji wê herêmê êrîşî hêzên Iraqî û xelkê sivîl dike. Heta aniha nayê zanîn bê ka helîkoptera Iraqê ji aliyê DAIŞê ve hatiye xistin an na.