Di êrişeke DAIŞ’ê de 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327819-di_êrişeke_daiŞ’ê_de_3_leşkerên_iraqê_hatin_kuştin
Di encama êrişeke çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî herêma Retbe de ya bi ser sînorê Erebistana Siûdiyê ve 3 leşkerên iraqî hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 24, 2021 06:06 Asia/Tehran
  • Di êrişeke DAIŞ’ê de 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Di encama êrişeke çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî herêma Retbe de ya bi ser sînorê Erebistana Siûdiyê ve 3 leşkerên iraqî hatin kuştin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyekî iraqî ji kanala El-Hura ya Amerîkayê re ragihand ku di encama êrişeke rêxistina DAIŞ`ê ya li dijî herêma Retbe de ya bi ser sînorê Siûdiyê ve leşkerên iraqî bûn qurbanî.

Berpirsê Retbe Îmad Mişel got çeteyên DAIŞ`ê bi çekên navîn û sivik êrişî nuqteyeke ewlehiyê ya nêzî herêma Tebeat a girêdayî herêma Retbe ya li rojavayê Enbar kirin û di encamê de du yekîneyên hêzên artêşê yên girêdayî Ferqa Yekemîn û endamekî hêzên Heşd El-Eşairî hatin kuştin.

Mişel da zanîn ku hêzên artêşa Iraqê bi giranî birîndar bûne û ew rakirin nexweşxaneya Retbe ya giştî û di encama şer de serçeteyekî DAIŞ`ê hate kuştin.