Efserekî Iraqî ku mûçeyê karmendên wezareta berevaniyê dizîbû, li Tirkiyê hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327603-efserekî_iraqî_ku_mûçeyê_karmendên_wezareta_berevaniyê_dizîbû_li_tirkiyê_hat_girtin
Efserekî Iraqî, ku mûçeyê gelek karmendên wezareta berevaniya Iraqê dizîbû, li Tirkiyê hat girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 13, 2021 06:17 Asia/Tehran
  • Efserekî Iraqî ku mûçeyê karmendên wezareta berevaniyê dizîbû, li Tirkiyê hat girtin

Efserekî Iraqî, ku mûçeyê gelek karmendên wezareta berevaniya Iraqê dizîbû, li Tirkiyê hat girtin.

Berpirsekî hikûmeta Iraqê ragihandiye, efserekî wezareta berevaniya Iraqê bi navê Xalid El Mifrecî, ku demekî beriya niha reviyabû, li Tirkiyê hat girtin.

Wî berpirsî daye zanîn, wî efserî mûçeyê gelek karmendên wezareta berevaniya Iraqê dizîbû lê bi rêya Interbolê li Tirkiyê hat girtin.

Li gorî agahiyan, ew efserê Iraqî ji aliyê asayişa Tirkiyê ve hatibû girtin û teslîmî îstixbarata Iraqê hatibû kirin.