Herêma Kesk a Bexdayê li Iraqê bi 3 moşekan hate hedefgirtin
Tîrmeh 09, 2021 04:16 Asia/Tehran
Li dijî Balyozxana Amerîkayê ya li Bexdayê paytexta Iraqê êrişa bi moşekên katyoşa pêk hat.
Li gorî daxuyaniya artêşa Iraqê, li dijî Balyozxana Amerîkayê ya li Herêma Kesk a paytexta Iraq Bexdayê êrişeke bi moşekan pêk hat. Artêşa Iraqê ragihand ku êriş bi 3 moşekan pêk hatiye.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ewlehiyê ji “Reutersê” re ragihandine; balyozxane bi 2 moşekan hedef hatiye girtin. Çavkaniyan diyar kir ku moşekek ji aliyê Pergala Parastina Hewayî ve hatiye avêtin û yek jî li erda vala ketiye.
Di demên dawîn de êrişên li dijî hêzên Amerîka yên li Iraqê zêde bûne. Amerîka, Heşdî Şeibî berpirsyara van êrişan dide nasandin.
Serepeyv