Li Mûsilê 3 bircên elektirîkê hatin teqandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327440-li_mûsilê_3_bircên_elektirîkê_hatin_teqandin
Li parêzgeha Neynewayê (Mûsil) ya Iraqê 3 bircên elektirîkê hatin teqandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 05, 2021 04:31 Asia/Tehran
  • Li Mûsilê 3 bircên elektirîkê hatin teqandin

Li parêzgeha Neynewayê (Mûsil) ya Iraqê 3 bircên elektirîkê hatin teqandin.

Medyaya Iraqî ragihandiye, îro li rojhilatê parêzgeha Mûsilê 3 bircên elektirîkê hatin teqandin.

Li gorî agahiyan, ew bircên han elektirîk ji bendava Mûsilê vediguhestin deverên din.

Heta niha nayê zanîn ew birc ji aliyê kê ve hatine teqandin, lê tevahiya nîşaneyan amaje bi koma terorîst a DAIŞê dikin, ji ber ku eva demek e terorîstên DAIŞê dest bi teqandina bircên elektirîkê li seranserî Iraqê kirine.