DAIŞê êrîşî gundekî Kerkûkê kir û 3 kes birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327359-daiŞê_êrîşî_gundekî_kerkûkê_kir_û_3_kes_birîndar_bûn
Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşî gundekî Daqûqê kirine û ji ber wê êrîşê 3 kes birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 01, 2021 07:06 Asia/Tehran
  •  DAIŞê êrîşî gundekî Kerkûkê kir û 3 kes birîndar bûn

Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşî gundekî Daqûqê kirine û ji ber wê êrîşê 3 kes birîndar bûne.

Berpirsê Rêveberiya Polîsê Daqûqê Wehab Mihemed, ji BasNewsê re axivî û ragihand îro roja pêncşemê 01.07.2021ê çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê êrîşî gundê Hesen Şelal ê Daqûqê kirine.

Êrîşa DAIŞê bo ser hêzên polisan bûye lêbelê xelkê gund jî weke polîsan beramber DAIŞê westiyane û şerê terorîstên DAIŞê kirine.

Herwiha Wehab Mihemed amaje bi wê yekê jî dike di wê êrîşê de 10 çekdarên DAIŞê beşdar bûne û 3 hemwelatî birîndar bûne.