Hevpeymaniya amerîkî derbarê êrîşa duyem a ser Heşdî Şeibî de daxuyanî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327315-hevpeymaniya_amerîkî_derbarê_êrîşa_duyem_a_ser_heşdî_Şeibî_de_daxuyanî_da
Hevpeymaniya Navnetewî ya qaşo dijî rêxistina terorîst a DAIŞê derbarê êrîşa duyem a artêşa Amerîkayê li ser binkeyên milîsên Heşdî Şeibî de daxuyanî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 29, 2021 08:23 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya amerîkî derbarê êrîşa duyem a ser Heşdî Şeibî de daxuyanî da

Hevpeymaniya Navnetewî ya qaşo dijî rêxistina terorîst a DAIŞê derbarê êrîşa duyem a artêşa Amerîkayê li ser binkeyên milîsên Heşdî Şeibî de daxuyanî da.

Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî ya bi serkêşiya Amerîkayê Wayne Marotto di tora xwe ya civakî ya twitterê de ragehand: ‘’Êrîşa duyem a artêşa Amerîkayê piştî êrîşeke mûşekî ya li ser leşkerîgeheke artêşa Amerîkayê ya li parêzgeha Dêrezor a li Rojhilatê Sûriyê pêkhatiye.

Êrîşa mûşekî li ser leşkerîgeha Amerîkayê ya li navçeya Heqil Omer a li Dêrazorê, piştî bombebarana binkeyên Heşdî Şeibî ya li ser sînorê navbera Iraqê û Sûriyê pêkhat.

Duh 28.06.2021ê ber bi sibehê ve balefirên şer ên Amerîkayê hejmarek binkeyên teqemeniya milîsên Heşdî Şeibî yên li Rojavayê Iraqê û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin.

Piştî bombebarana artêşa Amerîkayê desteya Heşdî Şeibî beyanameyek belav kir û di wê beyanamê de Heşdî Şeibî gefa tolhildanê xwar û ragehand: ‘’Bersivdana wan êrîşane û ceza kirina aliyê bicîhaniye li ser axa Iraqê mafê me yê qanûnî ye.’’