Li sînorê Kerkûkê DAIŞê hin stûnên elektrîkê teqandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327000-li_sînorê_kerkûkê_daiŞê_hin_stûnên_elektrîkê_teqandin
Demeke li sînorê parêzgeha Kerkûkê stûnên elektrîkê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve tên birîn û ji ber wê jî hemwelatiyên navçeyê di vê germa havînê de bê elektrîk dimînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2021 17:08 Asia/Tehran
  • Li sînorê Kerkûkê DAIŞê hin stûnên elektrîkê teqandin

Demeke li sînorê parêzgeha Kerkûkê stûnên elektrîkê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve tên birîn û ji ber wê jî hemwelatiyên navçeyê di vê germa havînê de bê elektrîk dimînin.

Berpirsê beşa ragehandina tora elektrîkê yê Kerkûkê Elî Kerem ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 14.06.2021ê ber bi sibehê li navçeya Bay Hesen a ser bi qeza Dubiz a sînorê parêzgeha Kerkûkê bi rêya teqandina bombeyên çandî ve çend stûnekî elektrîkê bûn armanca êrîşê û hatin birîn.’’

Elî Kerem bê ku amaje bi hejmara stûnan bike got, ew dê hewl bidin wan stûnan demekî kurt de çêbikin.

Heman demê de duh jî nêzîk gundê Dawudeluk a ser bi Riyaz a qeza Hewîce ya sînorê parêzgeha Kerkûkê jî bi rêya teqandinê ve çend stûnên din ên elektrîkê bûn armanca êrîşê.