Li Mûsilê 123 term ji goreke bikom hatine derxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i326987-li_mûsilê_123_term_ji_goreke_bikom_hatine_derxistin
Duh yekşemê 13.06.2021ê li herêma zindana Badoş li rojavayê Mûsilê goreke bikomî hat vekirin û 123 term jê hat derxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2021 05:55 Asia/Tehran
  • Li  Mûsilê 123 term ji goreke bikom hatine derxistin

Duh yekşemê 13.06.2021ê li herêma zindana Badoş li rojavayê Mûsilê goreke bikomî hat vekirin û 123 term jê hat derxistin.

Rojname Şarqul Ewset di raportekê de aşkere kiriye yek ji gorên bikomî yên rêxistina terorîst a DAIŞê li rojavayê Mûsilê hatiye vekirin û 123 term ji wê gora bi kom hatine derxistin.

Herwiha ligor raporta Şerqûl Ewsetê ew term ji bo pişkinîna DNAyê hatine şandin û piştî raporên pizîşkî wê nasnamên wan qurbaniyan werin aşkerekirin.

Rêxistina terorîstî ya DAIŞê di Hezîrana 2014an de êrîşî Mûsilê kir û nêzîkî 600 zindaniyên zindana Badoş li rojavayê  Mûsilê kuştin û di sala 2017an de hat zanîn ku ew bi gorên komî hatine veşartin.

Ligor zanyariyan raportên Neteweyên Yekbûyî DAIŞê li seranserî Iraqê 200 gorên bi kom li dû xwe hiştine û tê texmînkirin 12 hezar kes di wan gorên bi kom de hene.  Desthilata DAIŞê ji sala 2014an heta 2017an li Iraqê berdewam kir.