Bi sê balafirên bêpîlot êrîş li ser balefirgeha Bexdayê pêkhat
Hezîran 10, 2021 14:48 Asia/Tehran
Grubên çekdar ên derveyî Qanûnê bi sê dron anku balefirên bê balefirvan ve êrîşî balefirgeha navnetewî ya Bexdayê kirin.
Îro 10.06.2021ê şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê nûçe piştrast kir û ragehand: Balefirgeha Bexdayê bi sê dronan bûye armanca êrîşê.
Şeva borî 09.06.2021ê binkeyê leşkerî ya Vîktoria ya nêzîkî balefirgeha Bexdayê bi du mûşekan bibû armanca êrîşê û piştî wê bûyerê jî binkeyê leşkerî ya Beled ku hêzên Amerîkayê têde bicîh bûne bi mûşek êrîş li ser wan hatibû kirin.