Bombeyek li taxeke kurdan a Kerkûk hat îmhakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i326747-bombeyek_li_taxeke_kurdan_a_kerkûk_hat_îmhakirin
Li gor zanyariyan îro roja çarşemê 02.06.2021ê li parêzgeha Kerkûkê bombeyeke çandî li taxeke kurdan hat îmhakirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 02, 2021 09:09 Asia/Tehran
  • Bombeyek li taxeke kurdan a Kerkûk hat îmhakirin

Li gor zanyariyan îro roja çarşemê 02.06.2021ê li parêzgeha Kerkûkê bombeyeke çandî li taxeke kurdan hat îmhakirin.

Bombeyeke çandî li taxa Penca Elî ya kurdan hatibû bi cîkirin û li gor zanyariyan ew bombe ji aliye hêzên emnî yên Iraqê ve hatiye îmhakirin.

Piştî ku roja 16ê Cotmeha 2017an hêzên Iraqê kontrola Kerkûkê girtin destê xwe ewlehiya vî bajarê li stuyê xwe girtin û Lê belê ji ber liv û tevgerên hêzên veşartî yên DAIŞê, rewşa ewlehiya Kerkûkê baş nîne û DAIŞ roj bi roj tevgera xwe zêdetir dike û rojane xelkê sivîl û hêzên ewlehiya Iraqê dike armanc û hêzên Iraqê jî nikarin rêgiriyê li DAIŞê bikin.