12 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Nînewa ya Iraqê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i326673-12_terorîstên_daiŞê_li_parêzgeha_nînewa_ya_iraqê_hatin_girtin
Jêderên medyayî ragirtina 12 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Nînewayê ya bakurê Iraqê raghandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 29, 2021 19:02 Asia/Tehran
  • 12 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Nînewa ya Iraqê hatin girtin

Jêderên medyayî ragirtina 12 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Nînewayê ya bakurê Iraqê raghandin.

Li gorî Sky News, Navenda Ragihandina Ewlekariya Iraqê îro Şemiyê ragihand ku 12 terorîstên DAIŞê di du operasyonên cuda de ji hêla Ajansa Ajensa Îstîxbarat û Lêpirsîna Federal a Wezareta Navxwe ya Iraqê ve hatine girtin.

Di lêpirsînek pêşîn de, ev terorîst bi beşdariya di gelek operasyonên terorîstî de li dijî hêzên ewlehiyê û welatiyên Iraqê têne tawanbar kirin.

Li gorî raporê, terorîstên binçavkirî mikur hatine ku wan hewl didan ku hejmarek welatiyên Iraqî razî û qayil bikin da ku beşdarî koma terorîst a DAIŞê bibin.

Li gor nûçeyeke din terorîstên DAIŞê îro di du operasyonên cuda de êrişî hêzên El-Haşd Şeibî û artêşa Iraqê kirin û di encamê de du endamên Heşda Şeibî birîndar bûn.