Şandeyeke bilind a ewlehiya Iraqê serdana Filîstînê dike
May 23, 2021 18:35 Asia/Tehran
Piştî rawestana şerê navbera Filîstîn û Rejîma Îsraîlê, şandeyeke bilind a ewlehiya hikûmeta Iraqê serdana Filîstînê dike.
Li gor beyanameyekê encûmena asayîşa netewî ya Iraqê, îro 23.05.2021ê şêwirmendê encûmena asayîşa netewî ya Iraqê Qasim Erecî serdana Filîstînê dike.
Di serdana xwe de Qasim Erecî li bajarê Ramalla li gel serokê Filîstînê Mehmûd Ebas dê bicive.
Berî naha roja 22.05.2021ê rojnameya fermî ya Iraqê ji zimanî balyozê Filîstînê Ehmed Eqîl ve ragehandibû, ku wezîrê derve yê Filîstînê Riyaz Malikî roja yekşemê anku îro dê serdana Bexdayê bike.
Ehmed Eqîl ragehandibû: Riyaz Malikî peyameke serokê Filîstînê Mehmûd Ebas dê bigehîne serokatiya encûmena wezîran û komara Iraqê û dê li gel sê serokatiyan û rêveberên siyasî jî bicive.