Hejmarek şikeft û tonelên DAIŞê li Kerkûkê hatin teqandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i326451-hejmarek_şikeft_û_tonelên_daiŞê_li_kerkûkê_hatin_teqandin
Artêşa Iraqê hejmarek ji şikeft û tonelên çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê teqandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2021 08:53 Asia/Tehran
  • Hejmarek şikeft û tonelên DAIŞê li Kerkûkê hatin teqandin

Artêşa Iraqê hejmarek ji şikeft û tonelên çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê teqandin.

Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, di çarçoveya operasyonên hêzên hevbeş li başûrê Kerkûkê de, 9 şikeft, 3 tonelên û 5 bombe çekdarên DAIŞê hatin teqndin û 127 mûşek û 2 motorsîklên hatin desteserkirin.

Ev di demekê de ye, duh hêzên artêşa Iraqê bi hevbeşî ligel Polîsa Federalî û Heşda Şeibî dest bi operasyonên leşkerî li navçeyên Wadî Şay, Wadî Zegîton û gundê Sade û gundê Esrê yên li başûrê Kerkûkê kiribûn.

Di wê derbarê de, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî aşkere kir, tevî dijwariya ciyografiya wê herêmê, lê operasyonên wan berdewam in, ji ber ku çekdarên DAIŞê hewl didin xwe birêxistin bikin.