Li sînorê Daqûqê 3 terorîstên DAIŞê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i326172-li_sînorê_daqûqê_3_terorîstên_daiŞê_hatin_girtin
Tevgera terorîstên DAIŞê li navçeyê Kurdî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûye û rêveberekî polîsê Daqûqê jî nûçeya girtina 3 terorîstên DAIŞê li navçeyê piştrast kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 08, 2021 15:36 Asia/Tehran
  • Li sînorê Daqûqê 3 terorîstên DAIŞê hatin girtin

Tevgera terorîstên DAIŞê li navçeyê Kurdî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûye û rêveberekî polîsê Daqûqê jî nûçeya girtina 3 terorîstên DAIŞê li navçeyê piştrast kir.

Rêveberê polîsê Daqûqê Ebas Qadir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 08.05.2021ê saziya îstixbarata hikûmeta federal 3 terorîstên DAIŞê li navçeya Dola Şay a sînorê Daqûqê girtine.’’

Wî herwaha got: ‘’Ew 3 terorîst bira bûne û her yek ji wan paye û peywirên wan ên cuda di nav rêxistina DAIŞê de hebûne.

Rêveberê polîsê Daqûqê got: ‘’Wan 3 terorîstan karê veguhestina xorakê û xwedîderketina li malbatên terorîstên DAIŞê dikirin.’’