Li Kerkûkê agir bi avahiyek bilind ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i325880-li_kerkûkê_agir_bi_avahiyek_bilind_ket
Şeva borî li agir bi wargeha Hay City ya bajarê Kerkûkê ket û ziyaneke mezin ê darayî derket holê. Lê ziyanên canî çênebû û berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Kerkûkê jî derbarê şewatê de agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 26, 2021 07:01 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê agir bi avahiyek bilind ket

Şeva borî li agir bi wargeha Hay City ya bajarê Kerkûkê ket û ziyaneke mezin ê darayî derket holê. Lê ziyanên canî çênebû û berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Kerkûkê jî derbarê şewatê de agahî dan.

Berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Kerkûkê Qeys Ebdulrezaq ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 25.04.2021ê agir berbû wargeha Hay City ya li navçeya Erefe ya Kerkûkê û bi taybet marketên Jiyanê şewitîn.’’

Herwaha got: ‘’Heta niha sedemê şewatê bi temamî diyar nebûye, lê tenê ziyanên madî çêbûn û ziyanên canî çênebûye.’’

Wî herwaha got: ‘’Lijneya taybetmend bo qerebûya ziyanan hatiye pêkanîn û egereke mezin agir ji ber şorta elektrîkê derketiye.’’