DAIŞê li deşta Uzêm êrîşî artêşa Iraqê û Heşdî Eşîretan kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i325744-daiŞê_li_deşta_uzêm_êrîşî_artêşa_iraqê_û_heşdî_eşîretan_kir
Şeva borî terorîstên DAIŞê li deşta Uzêm a ser bi Xaneqînê êrîşî ser hêzên Iraqê kir û ziyanên mezin gihandin cotyaran û efserekî hêzên Iraqê jî birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2021 08:33 Asia/Tehran
  • DAIŞê li deşta Uzêm êrîşî artêşa Iraqê û Heşdî Eşîretan kir

Şeva borî terorîstên DAIŞê li deşta Uzêm a ser bi Xaneqînê êrîşî ser hêzên Iraqê kir û ziyanên mezin gihandin cotyaran û efserekî hêzên Iraqê jî birîndar bû.

Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 19.04.2021ê terorîstên DAIŞê li gundên Hetawîn a ser bi deşta Uzêm êrîşî hêzên artêş û Heşdî Eşîretan kirin.’’

Herwaha got: ‘’Di êrîşê de efserekî artêşê birîndar bû, heman demê de ziyaneke mezin gihêşt amûrên taybet ên veguhestina ava bîrê ya cotkaran û zeviyên çandiniyê ziyanên mezin dîtin.’’

Nîhad Mihemed got: ‘’Piştî gihêştina hêza piştevan ji artêş û eşîretên sunne re çekdarên DAIŞê reviyan.’’

Deşta Uzêm hemsînorê bajarokê Qeretepe ya ser bi bajarê Xaneqîn û bajarê Xurmatû ye.